site loader
Song image
Welatê Xurbetê – Hozan Hemîd

By - چریکەی کورد

Birîna min kûr e
Yara min ji min dûr e
Hevalê min tembûr e
Saza me bi hevdu tê
Çawa sebra te tê
Tu bi ser min de netê
Welatê xurbetê
Wez mame bi hesretê

Nikarim te bibînim
Yarê bi te re rûnim
Ez ê herim bimirim
Yarê ez te nebînim
Welatê xurbetê
Wez mame bi hesretê
Yara min ji min dûr e
Sebra min bê te netê
Çawa sebra te tê
Tu bi ser min da netê
Welatê xurbetê
Wez mame bi hesretê

کۆپی کردن بێ ئاماژەدان بە سەرچاوە قەدەغەیە
More