
De lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Gernas û mêrxas divê tu negrî
Şênî ku sax bin nema tu bimrî
De lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî, de lorî
Gernas û mêrxas divê tu negrî, de lorî
Şênî ku sax bin nema tu bimrî, de lorî
De lorî lorî lorî
De lorî lorî lorî kurê min lorî lorî
Dujmin bi top û firok û leşker, de lorî lorî
Bombardiman kir welat li her der, de lorî lorî
Hilweşandin tev mizgeft û dîwar, de lorî
Kûr kûr dinalin jar û birîndar, de lorî
De lorî lorî lorî lorî
De lorî lorî lorî
De lorî kurê min lorî lorî
Zar û zêçên kurd pir têne kuştin, de lorî lorî
Dexl û rez û pez tiştek nehiştin, de lorî lorî
Tazî û birçî kir banger û bin berf, de lorî
Wan naveşêrin şikeft û berqef, de lorî
De lorî lorî lorî lorî
De lorî lorî lorî
De lorî kurê min lorî lorî
Dayîk bi heyran serê de lorî lorî
Kurê min lorî
Li ser zikê xwe diçin bi mestî, de lorî lorî
Hin dest û hin pê, hin serşikestî, de lorî lorî
Di şevreşan de gernas û rêber, de lorî
Şêrê birîndar dema diçin şer, de lorî
De lorî lorî lorî lorî
De lorî lorî lorî
De lorî kurê min lorî lorî
De negrî kurê min, negrî
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Gelê şîyar e gelek giha ye
Tiving bi dest e li ser çiya ye
şêr û piling in, hawîr dibazin
Doza me kurdan, serbest dixwazin
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Bi xwîn nivîsîn li ser zinara
Li vir nemaye cihê neyara
Biqeşte dijmin, qada me berde
Ew der welatê gernasê kurd e
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Qada me berde ji bo me yekser
Aştîxwaz in me navê ew şer
Em aştîxwazin me navê ew şer
Em jî wekî xwe divên serbestî
Ma kî dixweze dîlî û bindestî?
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî

Ez xortê kurd im pir bi nav û deng
Wa min hilgirtiî bombe û tifeng
Ez di herim şer ez di herim ceng
Ger nezîvirim dayê tu megrî
Ger nezîvirim anê tu megrî
Li vir heya Çîn nav û dengê min
Dunya hemû dît şan û rengê min
Li vir heta Çîn nav û dengê min
Dunya hemû dît şan û rengê min
Tu temaşe ke şer û cengê min
Ger ez bêm kuştin dayê tu megrî
Dayka min û te tev Kurdistan e
Em wê xelas kin ji bin destan e
Ger venegerim ew bo me şan e
Ger ez şehîd bim dayê tu megrî
Ger nezîvirim anê tu megrî
Te ez xwedî kirim bi şîr mijandî
Hêsirê çavan bo min rijandî
Te min xwedî kir bi şîr mijandî
Hêsirê çavan bo min rijandî
Dilê xwe pir bo min şewitandî
Min helal bike dayê tu megrî
Min helal bike anê tu megrî

Girtiyên azadiyê di zindanê de wekî şêrekî birîndar ku di qefesa xwe hilnayê
Carê hêz da xwe û hate xwe û go
Serhildan jiyan e
Berxwedan jiyan e
Serhildan li serê çiyan hêy
Berxwedan di nava zîndan
Dengê xorta xweş tê min hele
Dengê keçên dilovan
Serhildan, berxwedan
Serhildan jiyan e hêy hêy
Berxwedan jiyan e
Rawestan ne karê me ye
Pêşveçûn armanca me ye
Kurdistan li hêviya me ye
Çavên wê li rêça me ye
Serhildan, berxwedan
Serhildan jiyan e hêy hêy
Berxwedan jiyan e
Dengê karker ji karistanê
Yê xwendevan ji dibistanê
Dengê pêşmergê ji qadê tê
Dengê şehîd ji goristanê
Serhildan, berxwedan
Serhildan jiyan e hêy hêy
Berxwedan jiyan e
Serhildan jiyan e
Berxwedan jiyan e

Qîrînek tê ji der ve heval
Ringîn dixe deşt û newal
Gazî dike dibê welat
Kanî welat bimrim heval
Pir gotin tê ji yekî kurdan
Pir dibêjin li ser niştiman
Pir gotin tê ji yek can kurdan
Pir dibêjin li ser niştiman
Guhdirêjo, gotingiro
Ka welatê te Kurdistan
سەرچاوەی دەنگ و دەق: https://www.youtube.com/user/PelRecords