site loader
Song image
Şervano – Hisên Mîlan

By - چریکەی کورد

Şervano

Keziya dayikê bi qurbano

Tu nehêlî tola me

Bi destê xwînmijano, şervano

Şervano, şervano

 

Şervano, çelengo ez gorî te

Dilkê yarê bara te

Tifeng li ser milano, şervano

Şervano, şervano

 

Şervano

Gur ketî nêv berxano

Lûlê bide sîngano

Bi lez û bez ke heyrano, şervano

Şervano, şervano

 

Şervano

Diyariya dostê dizano

Keskesora li ezmano

Yan çeka dijminano, şervano

Şervano, şervano

 

A hê şev hatî li ber deriyan
Ha li ser seran ser çavane
Ka rê bidine vî siwarî
Ka kî berxe û kî berane
Ka rê bidine vê adûlê
Û binêre li keziyê zeryane
Ew derwêşê vî gelî
Go ev ceng cenga gelane
Her lêde û lêde û lêde û lêde
lêde û lêde û lêde û lêde û lêde
lêde û lêde û lêde û lêde
lêde û kîna ji navê lêde

کۆپی کردن بێ ئاماژەدان بە سەرچاوە قەدەغەیە
More