
Buhar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û bilbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê buhar
Îsal zivistana me sar e berfa sipî hûr tê xwar e
Xemilandin deşt û zinar kengî bi xêr tu bê buhar
Buhar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û bilbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê buhar
Nahêle berf em derkevin, em girtiyên roj û şev in
Xewam nayê em rakevin, kengî bi xêr tu bê buhar
Buhar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û bilbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê buhar
Baran li berfa şevnîvê bê û li pey roj derkevî
Dîsa bi ser çiyan kevin kengî bi xêr tu bê bihar
Buhar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û bilbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê buhar

ئەم ڕۆژی ساڵی تازەیە، نەورۆزە، هاتەوە
جەژنێکی کۆنی کوردە بەخۆشی و بەهاتەوە
وا ڕۆژ هەڵات لە بەندەنی بەرزی وڵاتەوە
خوێنی شەهیدە ڕەنگی شەفەق شەوق هەر ئەداتەوە
ئەم ڕۆژی ساڵی تازەیە، نەورۆزە، هاتەوە
جەژنێکی کۆنی کوردە بەخۆشی و بەهاتەوە
چەند ساڵ گوڵی هیوای ئێمە بێ بەر بوو تاکوو پار
هەر خوێنی لاوەکان بوو گوڵی ئاڵی نەوبەهار
ئەم ڕۆژی ساڵی تازەیە، نەورۆزە، هاتەوە
جەژنێکی کۆنی کوردە بەخۆشی و بەهاتەوە
پێی ناوێ بۆ شەهیدی وەتەن شیوەن و گرین
نامرن ئەوانەی وا لە دڵی میللەتا هەر ئەژین
ئەم ڕۆژی ساڵی تازەیە، نەورۆزە، هاتەوە
جەژنێکی کۆنی کوردە بەخۆشی و بەهاتەوە
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî konî kurde bexoşî û behatewe
Wa roj helat le bendenî berzî wilatewe
Xiwênî şehîde rengî şefeq şewq her edatewe
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî konî kurde bexoşî û behatewe
Çend sal gulî hîway ême bê ber bû takû par
Her xiwênî lawekan bû gulî alî newbehar
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî konî kurde bexoşî û behatewe
Pêy nawê bo şehîdî weten şîwen û girîn
Namirin ewaney wa le dilî mîleta her ejîn
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî konî kurde bexoşî û behatewe

Ey heval rêka me dûrî
Tevde zehmetî û zorî
Kesek nagihê armanca xwe
Ta nerijînî xwîna sorî
Hey heval
Hey heval
Hey hevalê rêka dirêj
Ji ser me rakin vê zora han
Ey rêberê hemû kurdan
Ala me hildin ser çîyan
Ji me’r azadî û KURDISTAN
Hey heval
Hey heval
Hey hevalê rêka dirêj
Kêra dijmin giha hestî
Em helîyan ji bindestî
Me hîn nedîtî rok xweşî
Her rok aramî û serbestî
Hey heval
Hey heval
Hey hevalê rêka dirêj
rok=roj
giha=gihîşt
GELEK SIPAS JI BO MAMOSTE EYYÛB