site loader
Song image
girê sîra – ŞEHRÎBAN û MURAT BEKTAŞ

By - شەهریبان Şehrîbana Kurdî

Girê sîra bi nîsk e, lê lê lê lê lê Meyro
Gir xopanê bi nîsk e tolikvanê Meyro
Wa siwara îsk û îsk e, lê lê lê lê Meyro
Wa siwara îsk û îske, tolikvanê Meyro

Xwîşka Meyro nav nîsk e, lê lê lê lê Meyro
Xwîşka Meyro nav nîsk e, tolikvanê Meyro

Girê sîra bi sîr e, lê lê lê lê Meyro
Gir xopanê bi sîr e, tolikvanê Meyro
Wa siwara hîr û hîr e, lê lê lê lê Meyro
Wa siwara hîr û hîr e, tolikvanê Meyro

Yar yar yarê lê yar yarê yarê
Yar yarê yarê lê şarê şînokê
Şarê şînokê lê xortxapînokê
Xortxapînokê lê xemrevînokê

Nîsk: bi latînî lens culinaris
Şarê şînok: Ew jin e ku şara şîn dipêçe
Xortxapînok: Ew jin e ku bi ciwanîya xwe xortan dixapîne
Xemrevînok: Ew kes e ku bi ciwanî yan jî bi qisexoşîya xwe xema mirovan direvîne, dibe.
Tolikvan: Ew kes e ku gîyayê bi navê tolik kom dike. Tolik bi latînî malva vulgaris
Spas ji bo mamoste Eyûb

کۆپی کردن بێ ئاماژەدان بە سەرچاوە قەدەغەیە
More