
By - چریکەی کورد
Derdê dilê min gelek in
Sed hezar e ne yek e
Pir salan man em bindest
Dijminê xwînxwar zordest
Oy Kurdistan Kurdistan
Navê te çi şîrîn e
Dinya alem dizane
Em şer dikin ji bo te
De zû bibe lê dayê
Destê xwe zû bigire
Bi rextan û bi çekan
Bi lez min bixemlîne
Oy Kurdistan Kurdistan
Navê te çi şîrîn e
Dinya alem dizane
Em şer dikin ji bo te
Ji bo serxwebûna te
Mezin bûye şerê me
Em ê dijmin derxînin
Li ser çiya û erdê te
Oy Kurdistan Kurdistan
Navê te çi şîrîn e
Dinya alem dizane
Em şer dikin ji bo te

Keçê ji bona te ez dîn im
Kilama li ser te dertînim
Çavê xwe li te digerînim
Bawer nakim te bibînim
Sibê nîvro berêvarê
Hîviya te me li bin wê darê
Wextê dûr va te dibînim
Dil û hinav têne xwarê
Keçê ji bona te ez dîn im
Kilama li ser te dertînim
Çavê xwe li te digerînim
Bawer nakim te bibînim
Dibêm were çima nayê
Tu kevoka vê dinyayê
Tu ji hêlina xwe dernayê
Ser te ewr e nabe sayî
Keçê ji bona te ez dîn im
Kilama li ser te dertînim
Çavê xwe li te digerînim
Bawer nakim te bibînim
Navê tey xweş kê daniye
Rûkê tey sor li hev aniye
Birû bijang kişandiye
Dilê min ji ber helandî ye
Keçê ji bona te ez dîn im
Kilama li ser te dertînim
Çavê xwe li te digerînim
Bawer nakim te bibînim
Çavkanî: https://www.youtube.com/c/DeutschKurdischesKulturinstitut

Zarîna min dikewkurim
Bûy hisreta te dimirim
Wez ê bê te gef û gur im
Baskê min î bi te difirim
De wer were de wer were
Derdê dilê min pir xedar e
Bûy te min da eşqa çav e
Dêmê tey nûr mi ra tav e
Zarîna min dikewkurim
Bûy hisreta te dimirim
Wez ê bê te gef û gur im
Baskê min î bi te difirim
Ax û keser hilda avder
Bi şaynetî de tu veger
Têlê dilê min te qetandin
Lê tu zincîra emrê min
Zarîna min dikewkurim
Bûy hisreta te dimirim
Wez ê bê te gef û gur im
Baskê min î bi te difirim
Çavkanî: https://www.youtube.com/c/DeutschKurdischesKulturinstitut

Ay dil ay dil ay dil dil xirab e yadê
Ay dil birîna dilê min pir kûr e eman eman pir xedar e
Derdê dila pir xirab e eman gidî bêçare
Lo lo lawiko lo lo kuriko
Halê te ne hal e û derdê dila pir xirab e bêçare
Birîndar im birîndar im eman eman lê gidiyanê li van çola
Birîndar im kûr dinalim eman eman û ji kezebê
Belê doktorkî bînin ji Bêrûdê û ji Helebê
Bextê te hekîmo min dermankî vê serê sibê
Ay dil ay dil ay dil dil xirab e yadê
Çavkanî: https://www.youtube.com/c/DeutschKurdischesKulturinstitut