
By - چریکەی کورد
Girê sîra bi sîr e, lê lê lê lê Meyro
Gir xopanê bi sîr e lê, tolê ciwanê Meyro
Wa siwara hîr û hîre, lê lê lê lê Meyro
Wa siwara hîr û hîre sebra dilê min kanê
Dostê Meyro wezîr e lê, lê lê lê lê Meyro
Yarê Meyro wezîr e lê, sebra dilê min kanê
Girê Sîra bi ce ye lê lê lê lê Meyro
Gir xopanê bi ce ye tolê ciwanê Meyro
Wa siwara hey û heye lê lê lê lê Meyro
Wa siwara hey û heye tolê ciwanê Meyro
Dostê Meyro file ye lê, lê lê lê lê Meyro
Yarê Meyro file ye lê, tolê ciwanê Seyro
Ce, ceh: bi soranî co, bi latînî Hordeum vulgare
Tol: Ew jin yan mêr e ku ciwan e, bi cîlwe ye, dikare dilê xortan yan keçan bi asanî bidize.
File: kirîstiyan, mesîhî
Spas ji bo mamoste Eyûb