site loader
Song image
girê sîra – DÎLAN TOP

By - چریکەی کورد

Girê sîra bi nîsk e, lê lê lê lê Meyro
Gir xopanê bi nîsk e tolê ciwanê Meyro
Wa siwara îske îske, lê lê lê lê Meyro
Xwestiyê Meyro babelîsk e tolê ciwanê Meyro

Girê sîra bi sîr e, lê lê lê lê Meyro
Gir xopanê bi sîr e tolê ciwanê Meyro
Wa siwara hîre hîre, lê lê lê lê Meyro
Xwestiyê Meyro wezîr e tolê ciwanê Meyro

Girê sîra bi ce ye, lê lê lê lê Meyro
Gir xopanê bi ce ye tolê ciwanê Meyro
Wa siwara hey û heye, lêlim lê lê Meyro
Xwestiyê Meyro file ye tolê ciwanê Meyro
Wa siwara hey û heye, lê lê lê lê Meyro
Xwestiyê Meyro file ye tolê ciwanê Meyro

Babelîsk: bahoz, tofan
Ce, ceh: bi soranî co, bi latînî Hordeum vulgare
Tol: Ew jin yan mêr e ku ciwan e, bi cîlwe ye, dikare dilê xortan yan keçan bi asanî bidize.

کۆپی کردن بێ ئاماژەدان بە سەرچاوە قەدەغەیە
More
Song image
girê sîra – HALIM MÊRDÎNÎ

By - چریکەی کورد

Girê sîra bi sîr e, lê lê lê lê Meyro
Gir xopanê bi sîr e tolê ciwanê Meyro
Wa siwara hîre hîre, lê lê lê lê Meyro
Wa siwara hîre hîre tolê ciwanê Meyro
Xwestiyê Meyro wezîr e lê lê lê lê Meyro
Xwestiyê Meyro wezîr e tolê ciwanê Meyro

Girê sîra bi nîsk e, lê lê lê lê Meyro
Gir xopanê bi nîsk e tolê ciwanê Meyro
Wa siwara îske û îske, lê lê lê lê Meyro
Wa siwara îske û îske, tolê ciwanê Meyro
Xwestiyê Meyro babelîsk e lê lê lê lê Meyro
Xwestiyê Meyro babelîsk e tolê ciwanê Meyro

Girê sîra bi ce ye, lê lê lê lê Meyro
Gir xopanê bi ce ye tolê ciwanê Meyro
Wa siwara hey û heye, lê lê lê lê Meyro
Wa siwara hey û heye tolê ciwanê Meyro
Xwestiyê Meyro file ye lê lê lê lê Meyro
Xwestiyê Meyro file ye tolê ciwanê Meyro

Ce, ceh: bi soranî co, bi latînî Hordeum vulgare
babelîs: bahoz, tofan
Tol: Ew jin yan mêr e ku ciwan e, bi cîlwe ye, dikare dilê xortan yan keçan bi asanî bidize.
file: kirîstiyan, mesîhî

کۆپی کردن بێ ئاماژەدان بە سەرچاوە قەدەغەیە
More
Song image
girê sîra – TEMURÊ FETÎ

By - چریکەی کورد

Girê sîrê bi sîr e, lêlim lêlim Meyro,
Gir xopanê bi sîr e, tol û b’canê Meyro.
Du siwara wîrewîr e, lêlim lêlim Meyro,
Du siwara wîrewîr e, tol û b’canê Meyro.
Xwestîyê Meyro wezîr e, lêlim lêlim Meyro,
Xwestîyê Meyro wezîr e, tol û b’canê Meyro.

Girê sîrê bi kelem e, lêlim lêlim Meyro,
Gir xopanê bi kelem e, tol û b’canê Meyro.
Du siwara lemelem e, lêlim lêlim Meyro,
Du siwara lemelem e, tol û b’canê Meyro.

Girê sîrê bi ce ye, lêlim lêlim lêlim Meyro,
Gir xopanê bi ce ye, tol û b’canê Meyro.
Du siwara heyehey e, lêlim lêlim Meyro,
Du siwara heyehey e, tol û b’canê Meyro.

Girê sîrê bi nok e, lêlim lêlim Meyro,
Gir xopanî bi nok e, tol û b’canê Meyro.
Du siwara hokehok e, lêlim lêlim Meyro,
Du siwara hokehok e, tol û b’canê Meyro.
Xwestîyê Meyro zarok e, lêlim lêlim Meyro,
Xwestîyê Meyro zarok e, tol û b’canê Meyro.

Tol: Ew jin yan mêr e ku ciwan e, bi cîlwe ye, dikare dilê xortan yan keçan bi asanî bidize.
Can: ciwan
Spas ji bo mamoste Eyûb

کۆپی کردن بێ ئاماژەدان بە سەرچاوە قەدەغەیە
More
Song image
girê sîra – ŞEHRÎBAN û MURAT BEKTAŞ

By - شەهریبان Şehrîbana Kurdî

Girê sîra bi nîsk e, lê lê lê lê lê Meyro
Gir xopanê bi nîsk e tolikvanê Meyro
Wa siwara îsk û îsk e, lê lê lê lê Meyro
Wa siwara îsk û îske, tolikvanê Meyro

Xwîşka Meyro nav nîsk e, lê lê lê lê Meyro
Xwîşka Meyro nav nîsk e, tolikvanê Meyro

Girê sîra bi sîr e, lê lê lê lê Meyro
Gir xopanê bi sîr e, tolikvanê Meyro
Wa siwara hîr û hîr e, lê lê lê lê Meyro
Wa siwara hîr û hîr e, tolikvanê Meyro

Yar yar yarê lê yar yarê yarê
Yar yarê yarê lê şarê şînokê
Şarê şînokê lê xortxapînokê
Xortxapînokê lê xemrevînokê

Nîsk: bi latînî lens culinaris
Şarê şînok: Ew jin e ku şara şîn dipêçe
Xortxapînok: Ew jin e ku bi ciwanîya xwe xortan dixapîne
Xemrevînok: Ew kes e ku bi ciwanî yan jî bi qisexoşîya xwe xema mirovan direvîne, dibe.
Tolikvan: Ew kes e ku gîyayê bi navê tolik kom dike. Tolik bi latînî malva vulgaris
Spas ji bo mamoste Eyûb

کۆپی کردن بێ ئاماژەدان بە سەرچاوە قەدەغەیە
More