site loader
Song image
Ez Xortê Kurd im – Şahê Bedo

By - چریکەی کورد

Ez xortê kurd im pir bi nav û deng

Wa min hilgirtiî bombe û tifeng

Ezê herim şer ezê herim ceng

Ger bême dayê tu negrî

Ger venegerim anê tu negrî

Li vir heya Çiyê nav û dengê min

Dunya hemû dît şan û rengê min

Tu temaşe ke şer û cengê min

Ger şehîd bibim anê tu negrî

Ger nezîvirim daykam negrî

Te ez xweyî dikirim bi şîr mêjandin

Hêsirê çavan bo min rijandin

Dilê xwe te tew bo min şewitandin

Ger bême kuştin dayê tu negrî

Ger ez şehîd bim anê tu negrî

کۆپی کردن بێ ئاماژەدان بە سەرچاوە قەدەغەیە
More