site loader
Song image
Dawet – Aram Dîkran

By - ئارام دیکران Aram Dîkran

Gelî xelqê dawetê

Gelî birayê muhbetê

Tu li vê kêfê şawetê

Şahî ket nav miletê

Keçino werine dîlanê

Xortino werine dîlanê

Govend kişiya meydanê

Milet hatiye seyranê

Tu li vî bayê baranê

Govend kişiya eywanê

Keçikê dayê heyranê

Ketiye serê dîlanê

Govend geriya tev xort in

Kilama ji hev ra digotin

Tev keçik in tev cot in

Gelek çalim firotin

Çûme dîlanê carek

Hatime dîlanê carek

Hine min anî barek

Bûk li zavê bimbarek

Gelî xelqê dawetê

Gelî birayê muhbetê

Tu li vê kêfê şawetê

Şahî ket nav miletê

سەرچاوەی دەنگ و دەق: https://www.youtube.com/user/PelRecords

کۆپی کردن بێ ئاماژەدان بە سەرچاوە قەدەغەیە
More