
By - جوان حاجۆ Ciwan Haco
Rêya xebatê çende sext û dûr be
Hawirdor me pêt û agir be
Vê rêya pîroz tu car em bernadin
Bo mirinê her tim amad in
Bo dinyayeke nû bo hejaran
Bo danîna civaka yeksan
Rayê zordarî ji binî dihilînin
Tovê azadiyê gel diçînin
Bi rêberiya çîna karkeran
Diherin ber rêya têkoşan
Ala sor ya şoreşê em bilindkin
Her bi roja serkeftinê digihin

By - جوان حاجۆ Ciwan Haco
Kurdistana xoş î, Kurdistan Kurdistan
Ma kî te difroşî, Kurdistan Kurdistan
Pir şêrîn û rind î, Kurdistan Kurdistan
Tev bajar û gund î, Kurdistan Kurdistan
Pir şêrîn û rind î, Kurdistan Kurdistan
Tev bajar û gund î, Kurdistana kurdan
Eger wisa mest bibî, Kurdistan Kurdistan
Tim jar û bindest bî, Kurdistan Kurdistan
Her tê hin û hin bibî, Kurdistan Kurdistan
Bindestê dijmin bî, Kurdistan Kurdistan
Her tê hin û hin bibî, Kurdistan Kurdistan
Bindestê dijmin bî, Kurdistana kurdan
Divê tev bira bin, Kurdistan Kurdistan
Weke mêra rabin, Kurdistan Kurdistan
Destê hevdû bigrin, Kurdistan Kurdistan
Bi mêranî bimrin, Kurdistan Kurdistan
Destê hevdû bigrin, Kurdistan Kurdistan
Bi mêranî bimrin, Kurdistana kurdan
Em haşitîxwaz in, Kurdistan Kurdistan
Şev û ro narazin, Kurdistan Kurdistan
Dijminê koledar, Kurdistan Kurdistan
Bijî Pirolêtar, Kurdistan Kurdistan
Dijminê koledar, Kurdistan Kurdistan
Bijî Pirolêtar, Kurdistana kurdan

By - جوان حاجۆ Ciwan Haco
Rojeke xweş bû, sibeke zû bû
Lo bella çaw bella, çaw bella, çaw çaw çaw
Rojeke xweş bû, sibeke zû bû
Em li dijminê xwe rast hatin
Lo partîzano, werin min bibin
Lo bella çaw bella, çaw bella, çaw çaw çaw
Lo partîzano, werin min bibin
Ji ber ku mirina min nêzîk e
Ger ku ez bimirim, lo şoreşgerno
Lo bella çaw bella, çaw bella, çaw çaw çaw
Ger ku ez bimirim, lo şoreşgerno
Min bibin cîyekî bêdeng
Min bibin siyê kulîlka biçûk
Lo bella çaw bella, çaw bella, çaw çaw çaw
Min bibin siyê kulîlka biçûk
Û xweş û rindik ser çîya
Hemû mirovên kû derbas dibin
Lo bella çaw bella, çaw bella, çaw çaw çaw
Hemû mirovên kû derbas dibin
Dibînin kulîlka biçûk
Hemû dibêjin ji bo vê gûlê
Lo bella çaw bella, çaw bella, çaw çaw çaw
Ev gula partîzanî ko
Bo azadiya me mirîye

By - جوان حاجۆ Ciwan Haco
Bese binale welat ji van kul û derdan
Bese dinale welat ji van kul û derdan
refê keçê te rabûn li çiya û deştan
refê xortê te rabûn li çiya û deştan
Axa Kurdistan welat çendî şêrîn e
Ji bo Kurdistan emê xwînê birjînin
Bese binale welat ji van kul û derdan
refê keçê te rabûn li çiya û deştan
refê xortê te rabûn li çiya û deştan
Serê xwe rakir welat karker û cotkar
Ewê derînin dijmin ji axa Kurdistan
Bese binale welat ji van kul û derdan
refê keçê te rabûn li çiya û deştan
refê xortê te rabûn li çiya û deştan
Em ji gelê xwe welat em bi hêvî ne
Ewê mafê xwe bi lez bi zor bistîne
Bese binale welat ji van kul û derdan
refê keçê te rabûn li çiya û deştan
refê xortê te rabûn li çiya û deştan
Bese binale welat ji van kul û derdan
refê keçê te rabûn li çiya û deştan
refê xortê te rabûn li çiya û deştan
بەسە بنالە وەلات ژ ڤان کول و دەردان
بەسە دنالە وەلات ژ ڤان کول و دەردان
رەفێ کەچێ تە رابوون ل چیا و دەشتان
رەفێ خۆرتێ تە رابوون ل چیا و دەشتان
ئاخا کوردستان وەلات چەندی شێرینە
ژ بۆ کوردستان ئەمێ خوینێ برژینن
بەسە بنالە وەلات ژ ڤان کول و دەردان
رەفێ کەچێ تە رابوون ل چیا و دەشتان
رەفێ خۆرتێ تە رابوون ل چیا و دەشتان
سەرێ خوە راکر وەلات کارکەر و جۆتکار
ئەوێ دەرینن دژمن ژ ئاخا کوردستان
بەسە بنالە وەلات ژ ڤان کول و دەردان
رەفێ کەچێ تە رابوون ل چیا و دەشتان
رەفێ خۆرتێ تە رابوون ل چیا و دەشتان
ئەم ژ گەلێ خوە وەلات ئەم ب ھێڤینە
ئەوێ مافێ خوە ب لەز ب زۆر بستینە
بەسە بنالە وەلات ژ ڤان کول و دەردان
رەفێ کەچێ تە رابوون ل چیا و دەشتان
رەفێ خۆرتێ تە رابوون ل چیا و دەشتان
بەسە بنالە وەلات ژ ڤان کول و دەردان
رەفێ کەچێ تە رابوون ل چیا و دەشتان
رەفێ خۆرتێ تە رابوون ل چیا و دەشتان