
Riya kibarê bi dar e
Tim were xware xware
Qelenê keçika delal
Li ser pişta min bar e
Pêşiya malê bi xendek e
Feqir derî lê veke
Keçik diçe/dertê ser çiya
Gotina bavê xwe nake
Pêşiya malê bi kundir e
Çeleng keçika xidir e
Porsorê gewr e kesk e
Hiş û aqil li wir e
Pêşiya malê bi xendek e
Feqîr derî lê veke
Keçik diçe/dertê ser çiya
Gotina bavê xwe nake
Pêşiya malê bi genim e
Paleya hirm û gurme
Çelenga min derbas bû
Xilxala xirmexirme
Pêşiya malê bi xendek e
Feqir derî lê veke
Keçik diçe ser çiya
Gotina bavê xwe nake
Pêşiya malê bi kizin e
Rindik bi dest û bazin e
Qelenê çavreşa min
Sed û pêncî bizin e
Pêşiya malê bi xendek e
Feqir derî lê veke
Keçik diçe ser çiya
Gotina bavê xwe nake
ریا کبارێ ب دارە
تم وەرە خوارە خوارە
قەلەنێ کەچکا دەلال
ل سەر پشتا من بارە
پێشیا مالێ ب خەندەکە
فەقر دەری لێ ڤەکە
کەچک دەرتێ سەر چیا
گۆتنا باڤێ خوە ناکە
پێشیا مالێ ب کوندرە
چەلەنگ کەچکا خدرە
پۆرسۆرێ گەورە کەسکە
ھش و ئاقل ل ورە
پێشیا مالێ ب خەندەکە
فەقیر دەری لێ ڤەکە
کەچک دەرتێ سەر چیا
گۆتنا باڤێ خوە ناکە
پێشیا مالێ ب گەنمە
پالەیا ھرم و گورمە
چەلەنگا من دەرباس بوو
خلخالا خرمەخرمە
پێشیا مالێ ب خەندەکە
فەقر دەری لێ ڤەکە
کەچک دەرتێ سەر چیا
گۆتنا باڤێ خوە ناکە
پێشیا مالێ ب کزنە
رندک ب دەست و بازنە
قەلەنێ چاڤرەشا من
سەد و پێنجی بزنە
پێشیا مالێ ب خەندەکە
فەقر دەری لێ ڤەکە
کەچک دەرتێ سەر چیا
گۆتنا باڤێ خوە ناکە