site loader
Song image
Ax Welat – Rojda

By - ڕۆژدا Rojda

Dilê min şewitаndin
Cîgerа min peritаndin
Agir berdаn welаtê min
Wаrê min tаlаn kirin

Ax welаt аx welаt
Jiyаnа аzаd tu yî welаt
Armаncа min her tu yî welаt
Ax welаt şîrîn welаt

Pêtа аgir ser dilê min
Roj tаrîkirin ser welаtê min
Dаyîk zаrok hewаr dikin
Ev çi jîn e çi jîyаn e

کۆپی کردن بێ ئاماژەدان بە سەرچاوە قەدەغەیە
More
Song image
Buhar xweş e

By - ڕۆژدا Rojda

Buhar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û simbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê buhar

Îsal zivistana me sar e berfa sipî hûr tê xwar e
Xemilandin deşt û zinar kengî bi xêr tu bê buhar
Buhar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û simbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê buhar

Nahêle berf em derkevin, em girtiyên roj û şev in
Xewam nayê em rakevin, kengî bi xêr tu bê buhar
Buhar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û simbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê buhar

Buhar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û simbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê buhar

کۆپی کردن بێ ئاماژەدان بە سەرچاوە قەدەغەیە
More
Song image
Pêşkevin em serfiraz in miletê Kurdî

By - ڕۆژدا Rojda

Pêşkevin em serfiraz in miletê Kurdî
Yan mirin em dê bibînin, yan jîna Kurdî
Wa miletê Kurdî

Ala rengîn bo te deynim, ger ser bi derd im
Ger nekim vê tu bizane ku ez ne Kurd im
Wa miletê Kurdî

Xwendewan û xwendegeh im bê al û leşker
Dê bijîn paşî bizanin rêçê bibin ser
Wa miletê Kurdî

Kurdistan êdî menale lawên te hatin
Xwendevan canfîdayê axa welat in
Wa miletê Kurdî

کۆپی کردن بێ ئاماژەدان بە سەرچاوە قەدەغەیە
More
Song image
xayîn

By - ڕۆژدا Rojda

Ax ji derdê wan xayîna
Çavê wan çi birçî ye
Ji bo çend qirûşek pera
Wan welat firotiye

Ax ji derdê wan xayîna
Çavê wan çi birçî ye
Ji bo çend qirûşek pera
Wan namûs avêtiye

Ax ji derdê wan xayîna
Çavê wan çi birçî ye
Ji bo çend qirûşek pera
Wan welat firotiye

Ey xayinê nezan bêjin
Hûn kê ji ber kê dihewînin
We heval tev dana girtin
Xayîn, tişt ji wer namînin
Ranehêjin keleşê dijmin
Dijminê min û we ye
Ew meaşê ku didin we
Xwîna şehîdê me ye

Dijmin û xayîn û axa
Ji tirsa qet ranazên
Wek tajiyê lingşewitî
Ji ber gerîla direvin
Dijmin û xayîn û axa
Ji tirsa qet ranazên
Wek tajiyê lingşewitî
Ji ber leşkeran direvin
Ey xayinê nezan bêjin
Hûn kê ji ber kê dihewînin
We heval tev dana girtin
Xayîn, tişt ji wer namînin
Ranehêjin keleşê dijmin
Dijminê min û we ye
Ew meaşê ku didin we
Xwîna zarokê we ye

Seet sisê ber sibê bû
Hatin deriyê min xistin
Dijmin û xayîn û axa
Mi’j hindur derxistin
Yek kurap a yek kurxal a
Yekê ji wan birê te ye
Kerem bike wer ser rê
Rê li ber te fire ye
Ranehêjin keleşê dijmin
Dijminê min û we ye
Ew meaşê ku didin we
Xwîna zarokê we ye
Ax ji derdê wan xayîna
Çavê wan çi birçî ye
Ji bo çend qirûşek pera
Wan welat firotiye

کۆپی کردن بێ ئاماژەدان بە سەرچاوە قەدەغەیە
More