site loader
Song image

Mîrê Peyvan – Çopî Fetah

By - چۆپی فەتاح Çopî Fetah

dem û gavan li ser çavan
bi xêr hatî mîrê peyvan
gelek mêj e nêçîr kir me
ewan peyvan, ewan davan
tu semyanî di malê de
buharî tu di salê de
çen sal ez li benda te
Di nav xewn û xeyalê de
xelatî tu welatî tu
şekir qend û nebatî tu
te carek dî jiyan da min
li min rojhîlatî tu
dem û gavan li ser çavan
bi xêr hatî mîrê peyvan
gelek mêj e nêçîr kir me
ewan peyvan, ewan davan

dem û gavan li ser çavan
bi xêr hatî mîrê peyvan
gelek mêj e nêçîr kir me
ewan peyvan, ewan davan
li baxî dil her bişkujî
şevên tarî meh û rojî
Di dastana evîna min
bahoz û agir û do jî
xelatî tu welatî tu
şekir qend û nebatî tu
te carek dî jiyan da min
li min rojhîlatî tu
dem û gavan li ser çavan
bi xêr hatî mîrê peyvan
gelek mêj e nêçîr kir me
ewan peyvan, ewan davan

gelek spas ji bo kekê Hurujan

کۆپی کردن بێ ئاماژەدان بە سەرچاوە قەدەغەیە
More

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Similar Tracks