site loader
Song image

girê sîra – TEMURÊ FETÎ

By - چریکەی کورد

Girê sîrê bi sîr e, lêlim lêlim Meyro,
Gir xopanê bi sîr e, tol û b’canê Meyro.
Du siwara wîrewîr e, lêlim lêlim Meyro,
Du siwara wîrewîr e, tol û b’canê Meyro.
Xwestîyê Meyro wezîr e, lêlim lêlim Meyro,
Xwestîyê Meyro wezîr e, tol û b’canê Meyro.

Girê sîrê bi kelem e, lêlim lêlim Meyro,
Gir xopanê bi kelem e, tol û b’canê Meyro.
Du siwara lemelem e, lêlim lêlim Meyro,
Du siwara lemelem e, tol û b’canê Meyro.

Girê sîrê bi ce ye, lêlim lêlim lêlim Meyro,
Gir xopanê bi ce ye, tol û b’canê Meyro.
Du siwara heyehey e, lêlim lêlim Meyro,
Du siwara heyehey e, tol û b’canê Meyro.

Girê sîrê bi nok e, lêlim lêlim Meyro,
Gir xopanî bi nok e, tol û b’canê Meyro.
Du siwara hokehok e, lêlim lêlim Meyro,
Du siwara hokehok e, tol û b’canê Meyro.
Xwestîyê Meyro zarok e, lêlim lêlim Meyro,
Xwestîyê Meyro zarok e, tol û b’canê Meyro.

Tol: Ew jin yan mêr e ku ciwan e, bi cîlwe ye, dikare dilê xortan yan keçan bi asanî bidize.
Can: ciwan
Spas ji bo mamoste Eyûb

کۆپی کردن بێ ئاماژەدان بە سەرچاوە قەدەغەیە
More

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Similar Tracks