site loader
Song image

Çavzeytûna min – Xecê Herdem

By - خەجێ هەردەم Xecê Herdem

Min tu çandiye li axa dilê xwe

Min tu mezin kir bi delalî bi hêstirên çavên xwe

Îro nabînim li ber serê xwe

Qey xeyidiye delala min ji evdalê xwe

Ji evdalê xwe

Îro nabînim li ber serê xwe

Qey xeyidiye xezala min ji evdalê xwe

Ji evdalê xwe

Bila ez bimirim ha ho çavzeytûna min

Bila ez bimirim yadê porxeleka min

Bila ez bimirim bavo bejinbeşta min

Bila ez bimirim ha ho çavzeytûna min

Bila ez bimirim yadê porxeleka min

Bila ez bimirim bavo bejinrihana min

 

RIHA RIHÊ MIN can bê te nabe

Ew ê mala evînê ji bin ve xera be

Hêviyên min kom kirin ew ê belav be

Bibe xezala min we dil bi kê şa be

dil bi kê şa be

Bila ez bimirim ha ho çavzeytûna min

Bila ez bimirim yadê porxeleka min

Bila ez bimirim bavo bejinrihana min

کۆپی کردن بێ ئاماژەدان بە سەرچاوە قەدەغەیە
More

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Similar Tracks

مینا

ئیسمائیل مەسقەتی Îsmaîl Mesqetî