site loader
Song image

Bihar xweş e

By - خەلیل خەمگین Xelîl Xemgîn

Buhar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û simbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê buhar

Îsal zivistana me sar e berfa sipî hûr tê xwar e
Xemilandin deşt û zinar kengî bi xêr tu bê buhar
Buhar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û simbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê buhar

Nahêle berf em derkevin, em girtiyên roj û şev in
Xewam nayê em rakevin, kengî bi xêr tu bê buhar
Buhar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û simbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê buhar

Baran li berfa şevnîvê bê û li pey roj derkevî
Dîsa bi ser çiyan kevin kengî bi xêr tu bê buhar
Buhar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û simbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê buhar

کۆپی کردن بێ ئاماژەدان بە سەرچاوە قەدەغەیە
More

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Similar Tracks