site loader
Song image

Ay Dilberê – Aram Dîkran

By - ئارام دیکران Aram Dîkran

Li baxê min bû zivistan
Ay dîlberê, dêm-gulistan
Ay dîlberê, dêm-gulistan
Çilmisî gul, bax û bostan
Wêran ez im, malim xirab
Ay dîlberê, qe[t] menale
Feqiyê Teyran êdî kal e
Nexweşekî pir bêhal e

Tu him gul î, him rihan î
Tu him derd î, him derman î
Tu him derd î, him derman î
Him hekîm î, him Loqman î
Wêran ez im, malim xirab
Ay dîlberê, qe[t] menale
Feqiyê Teyran êdî kal e
Nexweşekî pir bêhal e

Ay dilberê, de tu zanî
Kulîlk vebûn li çiya û banî
Kulîlk vebûn li çiya û banî
Bilbil pirs kir Feqî kanî?
Wêran ez im, malim xirab
Ay dîlberê, qe[t] menale
Feqiyê Teyran êdî kal e
Nexweşekî pir bêhal e

Subhan ji navê ji te re tenê
Xalek ji xala gerdenê
Te ez dîn kirim, berdam dinê
Wêran ez im, malim xerab
Ay dîlberê qe[t] menale
Feqiyê Teyran êdî kal e
Nexweşekî pir bêhal e

gelek spas ji bo mamoste Eyûb

کۆپی کردن بێ ئاماژەدان بە سەرچاوە قەدەغەیە
More

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Similar Tracks